NÛÇEYÊN KURDÎ

1’EMÎN LÛTKEYA GASTONOMÎ YA MEZOPOTAMYA BI DAWÎ BÛ

1'emîn Lûtkeya Gastronomî ya Mezopotamya ya ku li Amedê hat lidarxistin bi dawî bû.

1’EMÎN LÛTKEYA GASTONOMÎ YA MEZOPOTAMYA BI DAWÎ BÛ

1'emîn Lûtkeya Gastronomî ya Mezopotamya ya ku li Amedê hat lidarxistin bi dawî bû.

Komîteya Amadekar a Civîna Bilind a Gastronomîya Mezopotamyayê piştê lûtkeyê encamnameyê eşkere kir. Di encamnameyê de hat dîyarkirin ku ji çar alîyê Tirkîye û derveyê welat zêdetirê 300 kes û zêdetirê 50 sazî ku di nav wan de sefaretxane, sazîyên cemawerî, sazîyên sivîl, kooperatîf, akademîsyen û xwendekar hene, beşdarê Lûtkeyê bûne.

Di lûtkeyê de bi tevahî heşt rûniştin, yek pêşkêşî û du hevpeyvîn pêk hat. 37 zanyar, aşpêşvan û lêkolînerên ku di warê gastronomîyê de dixebitin, zanîn û tecrubeyên xwe parve kirin. Di du rûniştinan de bi navê Gastronomîya Amedê; dewlemendîya lêkolînên ku di van sê saln dawî de li ser Amedê hatine kirin, nîşan dide ku lidarxistina vê lûtkeyê li vî bajarê ne armanc e, encamek e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.