NÛÇEYÊN KURDÎ

1Ê GULANÊ AMED: FERZ E KU EV PERGAL BIGUHERE!

Li Amedê 1'ê Gulanê li Qada Derê Çîya bi beşdarîya girseyî ya karker û kedkaran hat pîrozkirin.

1Ê GULANÊ AMED: FERZ E KU EV PERGAL BIGUHERE!

Li Amedê 1'ê Gulanê li Qada Derê Çîya bi beşdarîya girseyî ya karker û kedkaran hat pîrozkirin.

1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevanîyê ya Cîhanê ango Cejna Karkeran, bi dirûşmeya "Ji bo destpêkek nû, ked a me ye, siberoj a me ye” bi beşdarîya karker û kedkaran û nûnerên sendîka û rêxistinên xebatkaran hat pîrozkirin.

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran li ser navê Platforma Ked û Demokrasîyê, daxuyanî xwend û bi bîranîna kesên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dane, dest bi axaftina xwe kir.

Tûran, di daxuyanîya xwe de wiha berdewam kir: “Encamên giran ên hilweşîna ekolojîk a ji alîyê kapîtalîzmê ve hatîye afirandin, di karesatên weke erdhejê de zêdetir mirin û wêranî, koçberî, penaberî, birçîbûn derdikeve holê. Welatê me di her warî de bûye Komara Bêkesan. Di dema ku her tişt zêde dibe yekane tişta ku zêde nabe mûçeyên me ye! Sebra me qedîya.

Me got êdî wiha naçe û bi rastî jî naçe. Em dibêjin êdî bes e ji wekhevî, azadî, edalet, aştî, demokrasî û laîktîyê re! Ev roj ne roja gilîkirinê ye. Ferze ku ev pergal biguhere!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.