GÜNDEM

14 SAL BI SER QETILKIRINA CEYLAN ONKOL KET, KIRYAR NEHATIN DARIZANDIN

Bi ser qetilkirina Ceylan Onkol re 14 sal derbas bûn. Kiryarên Ceylanê hê jî nehatine dîtin, lê piştê wê zêdetirê 200 zarok bi heman "çarenûsê" re rû bi rû man e.

Ceylan Onkol di 12 salîya xwe de, di 28'ê îlona 2009'an de li mezrika Xanbazê ya gundê Kanîspîyê yê Licêya Amedê gava heywanên xwe diçêrand, bi guleyeke hawanê hat qetilkirin. 14 sal di ser kuştina Ceylanê re derbas bûn, lê heya niha kesek jî nehatîye darizandin.

Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di navbera 2011-2021'ê de herî kêm 228 zarok hatine kuştin. Piranîya kiryarên van zarokan nehatine darizandin û yên hatine darizandin jî yan beraet kirine yan jî cezayekî hindik li wan hatîye birîn.

Ji parêzerên malbata Onkolê Abdûllah Zeytûn pêvajoya dozê û polîtîkaya bêhiqûqîtîyê nirxand. Zaytûn got "Helwesta bêcezahiştinê ya darazê, tenê hêleke helwesta dewletê ya li hemberê kurdan e" polîtîkayên li ser esasên "ewlehîparêzîyê" rexne kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.