NÛÇEYÊN KURDÎ

14 SENDÎKAYÊN KU 300 HEZAR ENDAMÊN WAN HEYE ROJEKÊ DEV JI KAR BERDIDIN

14 sendîkayên ku 300 hezar endamên wan hene, diyar kirin ku Qanûna Pîşe ya Mamostetiyê pirsgirêkên wan çareser nake û pirsgirêkên perwerdehiyê girantir dike

14 SENDÎKAYÊN KU  300 HEZAR ENDAMÊN WAN HEYE ROJEKÊ DEV JI KAR BERDIDIN

14 sendîkayên ku 300 hezar endamên wan hene, diyar kirin ku Qanûna Pîşe ya Mamostetiyê pirsgirêkên wan çareser nake û pirsgirêkên perwerdehiyê girantir dike. ji bo ku qanûna Pîşe ya Mamostetiyê bê betal kirin, biryar dan ku di 2'ê Mijdarê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo rojekê dev ji kar berdin.

Sendîkayên perwerdeyê dixwazin Qanûna Pîşeya Mamosteyan bê betalkirin. Hevserokê Egîtîm Senê yê Şaxa Amedê Zulkuf Guneş, diyar kir ku Qanûna Pîşeya Mamostetiyê pirsgirêkên nû li pirsgirêkên civaka perwerdehiyê zêde dike û divê ev qanûn bê betalkirin.

Guneş, anî ziman ku dest ji kar berdana sendîkayan lêgerîna mafan e û got ku yek ji gavên herî lezgîn ku divê bê avêtin jî betalkirina ezmûna kariyerê ye ku wê di 19'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Guneş bang li hemû civaka perwerdehiyê kir ku dest ji karê xwe berdin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.