NÛÇEYÊN KURDÎ

16 ROJNAMEGERÊN DFG Û JINNEWSÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Di operasyona ku danê sibê li Amedê hat lidarxistin de, gelek rojnameger hatin binçavkirin.

16 ROJNAMEGERÊN DFG Û JINNEWSÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Di operasyona ku danê sibê li Amedê hat lidarxistin de, gelek rojnameger hatin binçavkirin.

Hevserokê Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê Serdar Altan û Rêvebera JINNEWS'ê Safîye Alagaş jî di nav de, herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; Li Amedê polîsan danê sibehê avêtin ser malên gelek rojnamegeran. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, di derbarê sedema binçavkirina wan de ti daxuyanî nehat dayîn, lê hat îdîakirin ku bi hinceta "propagandaya terorê" kirine hatine binçavkirin. Di serdegirtinan de Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê Serdar Altan, Rêvebera JINNEWS’ê Safîye Alagaş, Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç û rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatorak, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ûngûr, Îbrahîm Koyuncu û Remzîye Temel hatin binçavkirin. Dema binçavkirinê de telefon û hin malzemeyên dijîtal ên rojnamegeran hatin bidestxistin. Tê dîyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.