NÛÇEYÊN KURDÎ

19 MÎLYON XWENDEKAR WÊ SIBÊ BIÇIN BETLANEYA NAVDEMÎ

Zêdetirî 19 mîlyon xwendekarên li dibistanên pêşdibistanê, seretayî û navîn wê sibê biçin betlaneya xwe ya ewil a 9 rojî.

19 MÎLYON XWENDEKAR WÊ SIBÊ BIÇIN BETLANEYA NAVDEMÎ

Zêdetirî 19 mîlyon xwendekarên li dibistanên pêşdibistanê, seretayî û navîn wê sibê biçin betlaneya xwe ya ewil a 9 rojî. Piştî betlaneya ewil a sala perwerde û hindekariyê ya 2022-2023an, xwendekar wê di 21ê Mijdarê de dîsa dest bi dersê bikin. Serdema yekem wê roja Îniyê, 20ê Çileya 2023ê bi dawî bibe. Li gorî daxuyaniya ku ji teref Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve derbarê mijarê de hat dayîn, mamoste wê di betlaneya navîn a ku di mehên Mijdar û Nîsanê de wê beşdarî bernameyên perwerdehiya pîşeyî bibin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer diyar kir ku ev bernameyana ji bo pêşketina pîşeyî û şexsî ya mamosteyan hatiye amadekirin, wê di hemû betlaneyên navdemê yên sala perwerdeyê ya 2022-2023an da berdewam bike. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.