NÛÇEYÊN KURDÎ

2’YEMÎN LÎSTÎKÊN ESMANÎ LI HERÊMA KURDISTANÊ YE

2’yemîn Şampîyonayê Erebî ya Lîstikên Esmanî, li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

2’YEMÎN LÎSTÎKÊN ESMANÎ LI HERÊMA KURDISTANÊ YE

2’yemîn Şampîyonayê Erebî ya Lîstikên Esmanî, li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Rêveberê 2’yemîn Şampîyonayê Erebî ya Lîstîkên Esmanî yên Hunerî Kurdewan Neqşîbendî, di derbarê şampîyonayê de agahî da û wiha got; "Yekemîn Şampîyonayê Erebî ya Lîstikên Esmanî, li Fasê hat lidarxistin. Ya duyemîn jî li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.” Neqşîbendî, dîyarkir ku tîmên ji 12 welatan wê beşdarê şampîyonayê ku li Hewlêr û Duhokê tê lidarxistin, bibin û di berdewamîya axaftina xwe de wiha got; “Xwezaya Herêma Kurdistanê ji bo lîstîkên hewayê guncaw e. Ji ber wê jî Navenda Yekîtîya Esmanî ya Iraqê, ji bo qonaxa duyemîn a şampîyonayê, Herêma Kurdistanê hilbijart. Em pêşî li ser navê Iraqê beşdarê şampîyonayê bûn, ji ber ku em nikarîbûn wek tîm beşdar bibin. Lê niha lîstîkvanên Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê paraglider û paramotorê de di asteke baş de ne.” Kurdewan Neqşîbendî dîyarkir ku hin antronerên biyanî li Herêma Kurdistanê perwerde didin, lê hê jî hejmara werzişvanên jin ne di asta ku tê xwestin de ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.