NÛÇEYÊN KURDÎ

22 HEZAR 145 XWENDEKAR DÎSA NEQLÊ HERÊMÊ BÛN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer di derbarê pêvajoya perwerdeyê ya li herêma erdhêjê de daxuyanî da.

22 HEZAR 145 XWENDEKAR DÎSA NEQLÊ HERÊMÊ BÛN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer di derbarê pêvajoya perwerdeyê ya li herêma erdhêjê de daxuyanî da.

Wezîr Ozer wiha got, "Ji îro û pê ve 22 hezar û 145 xwendekarên ku berîya niha hatibûn neqilkirin, dîsa neqlê herêmê bûn. Bi rastî, ev yek jî hêvîyekê didê mirov. Çiqas zûtir em karibin şert û mercên perwerdehîyê yên li vir baştir bikin, wê malbatên me jî ewqas zûtir vegerin herêmê." Wezîr Ozer dîyar kir ku ew ê di demeke nêz de li herêmê kampusên perwerdehîyê yên pir berfireh vekin û got ku ew ê li Hatay, Kirikhan û Îskenderûnê jî kampusên perwerdehîyê ya YKS, LGSyê pêk bînin û bi qasê 4 hezar mamoste û xwendekar tê de bi cîh bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.