NÛÇEYÊN KURDÎ

33 KESÊN KU DI KOMKUJÎYA NEWALA SEFO DE HATIBÛN QETIL KIRIN HATIN BÎRANÎN

33 kesên di Komkujîya Çemê Sefo ya Wanê de hatibûn qetilkirin di 80’emîn salvegera qetlîamê de hatin bibîranîn.

33 KESÊN KU DI KOMKUJÎYA NEWALA SEFO DE HATIBÛN QETIL KIRIN HATIN BÎRANÎN

33 kesên di Komkujîya Çemê Sefo ya Wanê de hatibûn qetilkirin di 80’emîn salvegera qetlîamê de hatin bibîranîn.

Rêxistinên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîya Çepên Kesk û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Wanê, bi boneya 80’emîn salvegera Komkujîya Çemê Sefo ku 33 gundîyên kurd lê hatibûn qetilkirin, çalakîya bîranînê li dar xistin.

Berdevkê bajêr yê Partîya Çepên Kesk Veysî Dîlekçî, di bîranînê de axivî û dîyar kir ku dîroka Komarê bi komkujîyan tê bibîranîn û wiha got, “Bi dehan komkujîyên mîna Dêrsim, Zîlan û Roboskî hatin kirin. Komkujîya Çemê Sefo ne qetlîameke tenê ji alîyê kesekî ve hatîye kirin. Ev komkujî, komkujîyek plankirî ye. Çi dibe bila bibe, tevî hemû komkujîyan jî gelê Kurd wê ji bîr neke û nehêle bên jibîrkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.