NÛÇEYÊN KURDÎ

4 MAMOSTEYÊN KU PARVEKIRINEKE KIRÊT LI DIJÎ TABELAYA KURDÎ KIRÎBÛN JI PEYWÎRÊN XWE HATIN DÛRXISTIN

4 mamosteyên ku li Erziromê, li ber tabelaya Kurdî wêneyên kirêt kişandin, ji peywirên xwe hatin dûrxistin.

4 MAMOSTEYÊN KU PARVEKIRINEKE KIRÊT LI DIJÎ TABELAYA KURDÎ KIRÎBÛN JI PEYWÎRÊN XWE HATIN DÛRXISTIN

4 mamosteyên ku li Erziromê, li ber tabelaya Kurdî wêneyên kirêt kişandin, ji peywirên xwe hatin dûrxistin. Di 3'yê Gulanê de di derbarê mamosteyan de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin. Di ketina navçeya Qereyazîyê de, 4 mamosteyên jin li ber tabelaya bi Kurdî û Tirkî ê li ser "Hûn bi xêr hatin" nivîsandibû, wêne kişandin û li dijî nivîsa Kurdî bertekekê kirêt nîşan dabûn. Di daxuyanîya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Navçeya Qereyazîyê de hat ragihandin ku mamosteyan heta dawîya lêpirsînê ji peywirên xwe hatine dûrxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.