NÛÇEYÊN KURDÎ

4 WELAT BI PEREŞÛTAN ALÎKARÎ ŞANDIN GAZE’YÊ, LI GAZE’YÊ METIRSÎYA BIRÇÎBÛNÊ HEYE

Alîkarîya 4 welatan bi pereşûtê ji balafiran ber bi Şerîda Gazeyê ya ku di bin êrîşa Îsraîlê de ye hat şandin.

4 WELAT BI PEREŞÛTAN ALÎKARÎ ŞANDIN GAZE’YÊ, LI GAZE’YÊ METIRSÎYA BIRÇÎBÛNÊ HEYE

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku çaryeka nifûsa Gazeyê di ber birçîbûnê de ye.

 

Alîkarî ji balefirên Misir, Urdun, Mîrêktîyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û Fransayê bi paraşûtê ber bi Şerîda Gazeyê ya ku di bin êrîşa hêzên Îsraîlê de bû hatin avêtin.

 

Gelek Filistînî ji bo ku alîkarîyê wergirin çûn peravê. Piştê ku hinek alîkarî daketin behrê, hinek Gazeyî bi kelekan, hinek jî bi avjenîyê hewl dan ku bigihîjin wan alîkarîyan.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.