NÛÇEYÊN KURDÎ

41 HEZAR XANÎYÊN ERDHÊJÊ WÊ HETA DAWÎYA SALÊ WERIN TESLÎM KIRIN

Hat dîyarkirin ku avahîyên ji bo mexdûrê erdhêjê tên ava kirin wê di demek nêz de werin temam kirin

41 HEZAR XANÎYÊN ERDHÊJÊ WÊ HETA DAWÎYA SALÊ WERIN TESLÎM KIRIN

Hat dîyarkirin ku avahîyên ji bo mexdûrê erdhêjê tên ava kirin wê di demek nêz de werin temam kirin

Piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên li navenda Mereşê pêk hatin, li 11 bajaran xebatên malnişînên karesatê dewam dikin.

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî, dîyar kir ku lez dane xebatên xwe û wiha got, “Li Hatayê 45 hezar û 186,

 li Semsûrê 41 hezar û 292, li Mereşê 39 hezar û 121,  li Dîlokê 24 hezar û 977, li Meletîyê 23 hezar û 861 avahî û xanîyên gundan, li Amedê 6 hezar û 758, li Osmanîyeyê 5 hezar û 501, li Rihayê 5 hezar û 653, li Edeneyê 3 hezar û 424, Kilîs, 2 hezar û 340 xanî tên temamkirin. Li Elezîzê hezar û 887 tên ava kirin.”

Wezîr Ozhasekî wiha got: "Di nava îqamet û xanîyên gundan ên ku tên avakirin de, xebatên avakirina 41 hezar xanîyan û 4 hezar û 807 xanîyên gundan gihiştine qonaxa qedandinê.

Em plan dikin ku van avahî û xanîyan heta dawîya sala 2023an bi merasîmekê bidin xwedîyên wan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.