NÛÇEYÊN KURDÎ

48. CIVÎNA LÎJNEYA GIŞTÎ YA ASAYÎ YA BAROYA AMEDÊ DEST PÊ KIR!

48. Civîna Lîjneya Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Sezaî Karakoç dest pê kir.

48. CIVÎNA LÎJNEYA GIŞTÎ YA ASAYÎ YA BAROYA AMEDÊ DEST PÊ KIR!

Hilbijartina Polên Baroyê wê sibe saet di navbera 09:00-17:00 de bê kirin. Serokê Baroyê yê niha Nahît Eren, Muhlis Oğurgül û Cengîz Baysal ji bo serokatîya Baroyê wê têbikoşin. Berîya kongre bê rojevê, parêzerên jin ji bo Mahsa Jîna Emînî ya li Îranê ku ji alîyê polêsên Exlaqê ve hatibû qetilkirin, derketin ser dikê û bi qîrîna dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" qetlîamê protesto kirin û porê xwe jêkirin. Serokê Baroyê Nahît Eren di axaftina xwe ya li kongreyê de derbarê pirsgirêkên Tirkîye yên di qada hiqûqê de dijîn û xebatên baroyê yên dawî agahî da. Eren wiha berdewamkir; “Bi berpirsyariya "parastina mafên mirovan" û "parastina dewleta hiqûqê" ku di qanûna parêzeran de weke erka baroyan tê pênasekirin, li hemberî binpêkirina mafên mirovan her tim berpirsyariyên xwe bi cîh anîne. Ji ber vê yekê Baroya Amedê bi heqîqetê pênaseya 'baroya têkoşer' heq kirîye û vê pênaseyê li ser sînga xwe weke nîşanekê hildaye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.