NÛÇEYÊN KURDÎ

48 SAZÎYÊN CIVAKA SIVÎL ÊN AMEDÊ BERTEK NÎŞANÊ ABDULKADÎR SELVÎ DAN

48 Sazîyên Sivîl û Sazîyên Pîşe yên Amedê, bertek nîşanê nivîskarê Rojnameya Hurrîyetê Abdulkadîr Selvî dan ku di nivîsa xwe de sazîyên li Amedê kiribû hedef.

48 SAZÎYÊN CIVAKA SIVÎL ÊN AMEDÊ BERTEK NÎŞANÊ ABDULKADÎR SELVÎ DAN

48 Sazîyên Sivîl û Sazîyên Pîşe yên Amedê, bertek nîşanê nivîskarê Rojnameya Hurrîyetê Abdulkadîr Selvî dan ku di nivîsa xwe de sazîyên li Amedê kiribû hedef. Selvî di nivîsa xwe ya 17’ê Cotmehê de wiha gotibû, “PKK li çîyayan kêm bûye, nikare li bajêr hewaya tirsê çêbike, bi girtina dikanan û şewitandina kolanan nikare jîyanê felc bike. Lê ew derbasê konsepteke cuda bûn. Min li Amedê ev yek dît û ji vê yekê re bûm şahid. Li Amedê bi siyasete HDP, bi çalakîyên odeya bazirganîyê, bi Amedspor, baro û rêxistinên sivîl serdestîya xwe ya çandî û civakî didomîne. Li herêmê, rojevê ew dîyar dikin. Ev rêbazek nû ya têkoşînê ye. Têkoşîna li çîyan bi ser ket, lê hêza civakî û çandî ya li bajaran bi ser neket.” Di daxuyanîya bi sernavê "Em zimanê tohmetkirin û zihnîyeta rojnamegerîyê şermezar dikin!" de wiha hat gotin: “Em vî zimanê hedefgirtin û tohmetkirina Sazîyên Sivîl û meslekê ên ku bi salan e li Amedê xebatên xwe dimeşînin, bi awayekî ku pêşî li aştîya civakî digire û berdêlên giran didin, şermezar dikin. Em dixwazin bê zanîn ku bi hedefnîşandayîn û axaftinên bi vî rengî wê nikaribin me ji kevneşopîya me ya civaka sivîl a ku bi salan e me ava kirîye li paş bihêlin, emê xebatên xwe yên ku piştgirîyê dide tevkarîyê sîstema demokratîk berdewam bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.