NÛÇEYÊN KURDÎ

5 ROJNAMEVAN DI “ROJA AZADÎYA ÇAPEMENÎYÊ” DE HATIN GIRTIN

Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Mûftûoglû jî di nav de 5 kes, di roja 3yê Gulanê Roja Azadîya Çapemenîyê de hatin girtin.

5 ROJNAMEVAN DI “ROJA AZADÎYA ÇAPEMENÎYÊ” DE  HATIN GIRTIN

Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Mûftûoglû jî di nav de 5 kes, di roja 3yê Gulanê Roja Azadîya Çapemenîyê de  hatin girtin. 

Di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê dabû dest pêkirin de Hevseroka Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de 15 jê girtî 3 bi şertê kontrola edlî, 19 kes sewqê edlîyeyê hatibûn kirin jêpirsîna wan bidawî bû.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamya, hat ragihandin ku dadgehê derbarê rojnameger Sedat Yilmaz, Dîcle Mûftûoglû, Erol Balcî, Abdurrahîm Tanyeli û Ramazan Debe de biryara girtinê da.

Hevjîna Sedat Yilmaz Selma Yilmaz û Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Îsmaîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmut Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim û Cevdet Îsmaîloglûlari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Sedat Yilmazê ku derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn, li ber derîyê dadgehê wiha got, "Ji vê pergala heramîyan re 10 roj ma, wê dawî lê were. Hindik ma, li ber dawî lêhatinê ye.” Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firatê daxuyaniyek da û wiha got, "Di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de 2 rojnameger berovajî hatin kelepçe kirin. Em vê jî ji bîr nakin..."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.