NÛÇEYÊN KURDÎ

68 JINÊN DI GIRTÎGEHAN GIRTÎ JI CPTYÊ RE NAME ŞANDIN

68 jinên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, ji bo balê bikşîne ser mirinên bi guman û zêdebûna rêjeya girtiyên bi cezayê muebbetê yên giran nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin.

Di nameyê de mirina Abdullah Oran ê 63 salî ku 2 salan li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî bû, û di 19'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn. Hat diyarkirin ku mirina Oran wekî "qirza dil" hatiye qeydkirin. Her wiha mirina girtiyên hatine qetilkirin jî wek "Nexweş bû, an jî întîxar kir" hatiye nivîsandin. Jinên girtî di nameyê de daxwazên xwe wiha rêz kirin, “Weke Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê, daxwaza me ji we ew e ku bi awayekê lezgîn mudaxele bikin, divê lêpirsînên pêwîst bên kirin û hucreyên ku bi awayekî sîstematîk vegerandin cihên îşkenceyê ji raya giştî re eşkere bikin.  Dîsa daxwaza me ya herî lezgîn ew e ku hûn hêza xwe ji bo rawestandina van polîtîkayan bikar bînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.