NÛÇEYÊN KURDÎ

78YÎYAN: ZÎNDANA DIYARBEKIRÊ BIBE ‘MUZEYA MAFÊN MIROVAN’

Komeleya 78’yîyan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê ku tê xwestin bibe muzexane daxuyanîyek dan.

78YÎYAN: ZÎNDANA DIYARBEKIRÊ BIBE ‘MUZEYA MAFÊN MIROVAN’

Komeleya 78’yîyan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê ku tê xwestin bibe muzexane daxuyanîyek dan. Di daxuyanîyê de pankarta “Divê girtîgeha Amedê bibe mzeya mafên mirovan” hat vekirin. Komîsyona Lêkolîn û Edaletê ya Girtîgeha Amedê, Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Ziman û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED-DER), nûnerên Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên Ku Xizmên Xwe Di Dergûşa Mezopotamyayê De Winda Kirin (MEBYA-DER), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK), Komeleya 78’yîyan a Rihayê, Mêrdîn û Êlih û gelek kes beşdar bûn. Berdevkê Komeleya 78yîyan Celalettîn Can di daxuyanîya ku da de bal kişand ser zîyareta Serokkomar Erdogan û got ku wan nameyek vekirî jê re şandine. Can, gotinên Erdogan ên derbarê girtîgehê de bi bîr xist û got, "Bi kurtasî, daxuyanîya we ya di 9'ê Tîrmeha 2021'an de û berîya vê serdana Amedê, em Girtîgeha Amedê vala dikin û di şûna wê de navenda çandê ava dikin. Bi vî rengê, em bîranînek xirab ji holê radikin," we wiha gotibû. Tu bawerbike ku tu tiştekî rast nakî Erdogan." Can dîyar kir, "Ne pêkan e ku Girtîgeha Amedê bibe 'Navenda Çandê', ne pêkan e ku mirov bêje çû qedîya divê 'Em ji bîr bikin'. Divê win bi fermî lêborîn ji mexdûran bê xwestin û bi avakirina "Muzeya Mafên Mirovan" bi parastina cîhên wiha yên ku bûne sembolên xerabîyê, em karibin bibêjin 'careke din' neqewim e, divê veguhere sembola qencîyê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.