NÛÇEYÊN KURDÎ

8'EMÎN DANIŞÎNA DOZA KUŞTINA TAHÎR ELÇÎ DEST PÊ KIR

Danişîna doza derbarê qetilkirina Tahîr Elçî de hatibû vekirin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

8'EMÎN DANIŞÎNA DOZA KUŞTINA TAHÎR ELÇÎ DEST PÊ KIR

 

8'emîn danişînê doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çar Ling a dîrokî hatibû qetilkirin, dest pê kir.

Di doza ku li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de polêsên bi navê Sînan Abur, Mesut Sevgî û Fuat Tan ên ku bê girtin tên darizandin de bi îdiaya "bi îhmalkarîya bi zanebûn dibe sedema mirinê" tên sûcdarkirin.

Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîye (TBB) Erinç Sagkan, 18 serokên baroyan, wekîlên HEDEP û CHPê û gelek nûnerên sazîyên sivîl beşdarê danişînê bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.