NÛÇEYÊN KURDÎ

9 ROJNAMEVANÊN HATIN BERDAN BI TILÎLÎYAN HATIN PÊŞWAZÎ KIRIN

9 rojnamevanên di 29'ê Cotmehê de hatibûn girtin, di rûniştina yekemîn de hatin berdan.

9 ROJNAMEVANÊN HATIN BERDAN BI TILÎLÎYAN HATIN PÊŞWAZÎ KIRIN

9 rojnamevanên di 29'ê Cotmehê de hatibûn girtin, di rûniştina yekemîn de hatin berdan.

Di danişîna ewil a doza derbarê 12 rojnamevanên ku 10 jê girtî yên ku  di Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê de dixebitîn û di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê di 20ê cotmehê de dabû destpêkirin, di 29ê cotmehê ya 2022an de hatibûn girtin, biryara serbest berdanê hat dayîn.

Di rûniştina ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de biryara berdewamkirina girtina Hamdûllah Bayram hat dayîn û 9 rojnamevan jî serbest hatin berdan. Rojnamevanên ku do êvarê piştê biryara berdanê ji alîyê malbat û hevalên xwe yên li Girtîgeha Sîncanê ya ku lê girtî ne, bi tilîlîyan û kulîlkan hatin pêşwazîkirin.

Rojnamevanan dîyar kirin ku çapemenîya azad nikare were bêdengkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.