NÛÇEYÊN KURDÎ

AÎ GIRTÎYÊN DOZA GEZÎYÊ WEK "GIRTÎYÊN RAMANÊ" ÎLAN KIR

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (A.Î) 7 kesên ku di doza Gezîyê de bi cezayên giran ên girtîgehê hatin cezakirin, weke "Girtîyên ramanê" îlan kir.

AÎ GIRTÎYÊN DOZA GEZÎYÊ WEK

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (A.Î) 7 kesên ku di doza Gezîyê de bi cezayên giran ên girtîgehê hatin cezakirin, weke "Girtîyên ramanê" îlan kir.

Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê Agnes Callamard, dîyarkir ku neheqîya ku li 7 kesan hatîye kirin, mînaka wê yekê ye ku gelek kes li Tirkîyeyê vê bêhîqûqîyê dîtine. Callamard wiha berdewam kir; "Îlankirina van 7 kesan weke girtîyên ji bîr û bawerîyê, bi binçavkirinên keyfî û darizandinên siyasî dest pê kir û bi mehkûmkirinê bi dawî bû. Ev bêedaletîya sosret a li ser girtîyên Doza Gezîyê, careke din nîşan dide ku pergala darazîyê ya li Tirkîyeyê, veguherîye amûreke zextê ya ji bo bêdengkirina mûxalefetê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.