NÛÇEYÊN KURDÎ

ABDULLAH ÇÎFTÇÎ ÎDÎAYA “MUFETÎŞ HATÎYE TAYÎN KIRIN” DEREWAND

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çîftçî, îdîayên ku ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin mufetîş hatîye tayînkirin derewand.

ABDULLAH ÇÎFTÇÎ ÎDÎAYA “MUFETÎŞ HATÎYE TAYÎN KIRIN” DEREWAND

Çîftçî bertek nîşanê daxuyanîyên Şaredarê berê yê Şaredarîya Erxenîyê Ahmet Kaya da.

 

Kaya demek berê di bernameya bi navê 'Bêrêtîyên qeyûman’ ya sîyasetmedarên HEDEP û HDP'ê ya Amedê de axivî û wiha gotibû, “Niha li Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê mufetîş hene. Dibe ku di demeke nêz de sekreterê giştî ji kar were dûrxistin."

Abdullah Çîftçî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanîyek parvekir û wiha got, “Li şaredarîya bajarê mezin rewşeke mufetîş a bi vî rengê tine. Daxuyanî bi tevahî vegotinek xeyalî ye. Em ji her cure kontrolê re vekirî ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.