NÛÇEYÊN KURDÎ

AGIR BI KARGEHEKÊ KET XISARA MADÎ ÇÊBÛ

Do di saetên êvarî de li Sur a navçeya Diyarbekirê, di kargeheke 4 qatî de bateryayên têlefonan yên nedihat bikaranîn teqiya. Piştî teqînê agir bi kargehê ket.

AGIR BI KARGEHEKÊ KET XISARA MADÎ ÇÊBÛ

Li gor tê îddia kirin agirê ku bi batarya ketiye, ji wir pekyaye nava eşyayên wekî din.

Agir di demeke kurt de li avahiyê belav bû. Jina ku di hundur avahiıyê de ji ber dixanê êşiyabû, ji teref ekîba tenduristiyê ve hat rizgar kirin. Hat beyan kirin ku rewşa siheta wê baş e.

Ji teref îtfayê ve, Agir hat kontrol kirin. Lê belê di avahiya kargehê de xisar û ziyana madî çêbû, avahî bêkêr bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.