NÛÇEYÊN KURDÎ

AGIRBESTA DI NAVBERA FILISTÎN Û ÎSRAÎL DE BI DAWÎ BÛ

Rawestana mirovî ya li Gazeyê ku hefteyekê dewam kir û gelek caran hat dirêjkirin, bi dawî bû.

AGIRBESTA DI NAVBERA FILISTÎN Û ÎSRAÎL DE BI DAWÎ BÛ

 

Di çarçoveya agirbesta demkî ya ku 24ê Mijdarê roja Înê di navbera Hemas û Îsraîlê de hatibû îmzekirin; ji Gazeyê 81 mehkûmên Îsraîlî û ji girtîgehên Îsraîlê jî 240 girtîyên Filistînî hatin berdan.

Dihat payîn ku agirbesta ku îro bi dawî bû careke din bê dirêjkirin, di daxuyanîya artêşa Îsraîlê de hat gotin, "Hamasê agirbest binpê kir, li ser xaka Îsraîlê gulebaran kirin.

 Îsraîl dîsa dest bi êrîşên xwe yên li ser Gazeyê kir û di bombebarana hewayî de 5 kesan jîyana xwe ji dest dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.