NÛÇEYÊN KURDÎ

AGIRBESTA DI NAVBERA HAMAS Û ÎSRAÎLÊ DE HAT DIRÊJKIRIN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku "rawestandina mirovî" ya ku ev 6 roj e li Gazeyê berdewam dike, hat dirêjkirin.

AGIRBESTA DI NAVBERA HAMAS Û ÎSRAÎLÊ DE HAT DIRÊJKIRIN

 

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku agirbest ji bo serbestberdana herî zêde rehîneyan hatîye dirêjkirin, Hamas jî ragihand ku biryar hatîye girtin ku "rawestandina mirovî" rojek din jî hat dirêjkirin.

Ji alîyê din ve Qatar a ku di navbera Hamas û Îsraîlê de navbeynkarîyê dike jî daxuyanîyek da û piştrast kir ku agirbest hatîye dirêjkirin.

Di daxuyanîya ku ji alîyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Di çarçoveya hewldanên navbeynkaran de wê serbestberdana girtîyan bidome û li gorê şert û mercên peymanê, rawestandina operasyona wê berdewam bike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.