NÛÇEYÊN KURDÎ

AI JI BO BÛYERÊN LI ÎRANÊ DIQEWIMIN BANGA ÇALAKÎYA GERDÛNÎYA BILEZ KIR

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (AI) da zanîn ku li dijî protestoyên ku li Îranê berdewam in bi tundî bersiv tê dayîn û dîyar kir ku divê civakên navnetewî li dijî vê yekê bertek nîşan bidin.

 Rêxistina Efûyê ya Navnetewî derbarê protestoyên ji bo Mahsa Emînî ku li Tehranê ji ber hinceta laçikê li gor rêzikan dananîye serê xwe bi êşkenceya polêsan hatibû kuştin daxuyanîya nivîskî da. Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku hêzên ewlehî yên Îranê bi derba mirinê midaxeleya çalakvanan dike û wiha domandin: “Wêrekîya çalakvanên ku li dijî zagonên laçik danîna serê xwe ya mecbûrî û zext û zordarîyan asta hêrsa civakê nîşanê me da. Li gor delîlan hat dîyarkirin ku li 10 wîlayet û 20 bajarên Îranê hêzên ewlehîyê bi awayekî bêhiqûqî bi guleyan midaxeleyê çalakvanan kir. Heta niha 4 ji wan zarok herî kêm 30 kes hatin kuştin.” Her wiha hat destnîşankirin ku televizyona dewletê ya Îranê duh ragihand ku 35 kesên çalakîyan de cîh girtine hatine kuştin. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gef li çalakvanan kir û wiha got: “Em ê tu carê destûr nedin ku ewlehîya gel bikeve metirsîyê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.