NÛÇEYÊN KURDÎ

AJOKARÊ ŞAREDARÎYÊ KU BÛBÛ SEDEMA MIRINA RÊWÎYEKÊ HAT GIRTIN

Li Amedê ajokarê otobusa şarederîya Amedê ku bibû sedema mirina Nûran Nerede, hate girtin.

AJOKARÊ ŞAREDARÎYÊ KU BÛBÛ SEDEMA MIRINA RÊWÎYEKÊ HAT GIRTIN

Li Amedê ajokarê otobusa şarederîya Amedê ku bibû sedema mirina Nûran Nerede, hate girtin.

Çend roj berê otobusa ku girêdayê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ye, dema rêwîyê bi navê Nûran Nerede peya dibû, cilê wê li ber derîyê otobusê asê mabû û ew di bin tekerê de mabû û jîyana xwe ji dest dabû. Piştê bûyerê, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ajokar hatibû binçavkirin. Piştê karên emnîyetê temam bû M.D. bi biryara Dadgerîya Cezayê ya sûlhê ya nobedar ve hate girtin û wî şandin girtîgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.