NÛÇEYÊN KURDÎ

AKAR: JI BO DIRÊJKIRINA DEMA PEYMANA GENIM EM BERBI LIHEVHATINÊ VE DIÇIN

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar derbarê civîna çaralî ya ku di navbera cîgirên wezîrên berevaniya Tirkiye, Rûsya û Ukraynayê û rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Stenbolê hat kirin de got, "Lihevkirinek li ser dirêjkirina peymana genim heye.”

Akar derbarê korîdora genim a ku ji bo çareserkirina krîza xurek a navneteweyî ya ku ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê derketiye holê nirxand û wiha got: "Bi Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş ku bi piştgiriya Tirkiyeyê hat îmzekirin, zêdeyê 30 mîlyon ton genim sewqê welatan hatin kirin."

Wezîr Akar derbarê hevdîtina pêk hat de jî wiha got, “Di çarçoveya agahiyên ewil de, hevdîtina li Stenbolê erênî derbas bû. Li ser dirêjkirina peymana genim lihevkirinek tê çêkirin. Lêbelê, keştiyên me yên bazirganî li benderên Ukraynayê hene. Wan got ku ji bo vegerandina bi ewle ya 6 keştiyan bo welatê me rêkeftinek çarçove hatiye çêkirin. Em di vî warî de xebatên xwe didomînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.