NÛÇEYÊN KURDÎ

AKIN: EZ BANG LI HER KESÎ DIKIM KU LI DORA AMEDSPOR'Ê BICIVIN

Cîgirê Serokê Klûba Amedsporê Cahît Akin, berîya kongreya ku biryar bû di 25'ê Hezîranê de bê lidarxistin bangawazî kir.

AKIN: EZ BANG LI HER KESÎ DIKIM KU LI DORA AMEDSPOR'Ê BICIVIN

Cîgirê Serokê Klûba Amedsporê Cahît Akin, berîya kongreya ku biryar bû di 25'ê Hezîranê de bê lidarxistin bangawazî kir.

Cahît Akin di daxuyanîya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku Amedspor klûbeke cidî û bi hurmet e û wiha got: “Weke hûn jî dizanin di demeke nêz de kongreya me heye.

Wek di her kongreyê de navê çend hevalên me yên hêja, ez jî di nav de, di serokatîyê de cih digirin. Her çiqas fikrên me cuda bin jî armanca me yek e.

Di van demên dawî de, em rexneyên ne rast û bêbingeh yên li ser hesabên medyaya civakî, ne li ser xwe û ne jî li ser hevalên xwe qebûl nakin û nêzîkatîyên bi vê rengê zirarê didin AMEDSPOR û hewldana valakirina derdora wê ye. Di vê çarçoveyê de ez bang li her kesî dikim ku li dora AMEDSPOR'ê bicivin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.