NÛÇEYÊN KURDÎ

AKKAYA: NAMZEDÎYA WÎ NAYÊ BETALKIRIN, LÊ NIKARE MAZBATA XWE BIGRE

Niqaşên derbarê 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê û qedexeya sîyasî ya li ser Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû berdewam e.

AKKAYA: NAMZEDÎYA WÎ NAYÊ BETALKIRIN, LÊ NIKARE MAZBATA XWE BIGRE

Niqaşên derbarê 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê û qedexeya sîyasî ya li ser Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû berdewam e.

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Muharrem Akkaya, derbarê pêvajoya hilbijartinê de daxuyanî da. Akkaya li Haberturkê ji Kubra Par re axivî. Li ser pirsa, “Piştê ku Îmamoglû bibe namzed wê cezayê wî biqede gelo wê çi bibe?” wiha bersiv da, "Namzedîya wî nayê betalkirin, lê nikare mazbata xwe bigre û wê nikaribe dest bi wezîfeyê bike.” Eger biryara dadgehê piştê hilbijartinê bi dawî bibe dê çi bibe? Akkaya ji bo vê pirsê jî wiha berdewam kir, “Berîya her tiştê di wê rewşê de em wek YSK nikarin tiştekê bike lewra ji mesûlîyeta me derdikeve. Yê biryarê dide Meclîs e. Lê belê ji ber ku Serokatî xwedî parêzbendî û bêberpirsîyarî ye, bandor lê nayê kirin, heta dawîya wezîfeyê tê hiştin. Ji xeynî xalên îstîsna yên di makezagonê de, wekîltî nakeve.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.