NÛÇEYÊN KURDÎ

AKPÊ JI BO ÎSTÎFAYA SEROKÊ HEYVASOR BANG KIR: GUHERTIN FERZ BÛYE

Serokê Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclîsê û Parlamenterê AKP'ê yê Çewlikê Cevdet Yilmaz, ji bo îstîfa bike bang li Serokê Heyvasor Kerem Kinik kir.

Yilmaz di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdar bû de, derbarê Kerem Kinikê serokê Heyvasor ku di dema erdhêjê de ji ber firotina konan ketibû rojevê û bûbû sedema rexneyan wiha got, "Ez vê firotina konan ya di rewşeke felaketê de napejirînim. Di demên normal de, tiştên weha bazirganî dikarin bêne kirin, lê di vê rewşê de, ez jî difikirim ku ev nayê pejirandin. Divê çi pêwîst be bê kirin. Ger rêveberek reaksîyonek wiha werbigire, li gor min divê tedbîrên pêwîst bên kirin. Heger îstifa neke komele çi hewce bike wê bike, ez jî di wê bawerîyê de me ku divê guhertin çêbibe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.