NÛÇEYÊN KURDÎ

AKŞENER BERTEK NÎŞANÊ GOTINÊN ERDOGAN DA

Seroka ÎYÎ Partîyê Meral Akşener, ji ber gotinên derbarê Alevîyan de bertek nîşanê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û got, "Ev çi bêhurmetî ye, em mirov in, mirov!"

Akşener di berdewama axavtina xwe de wiha got, “Dibêje ‘em ji Alevîyan re jî rêzdar e, em her ji cureyan re rêzdarin.’ Hûn dizanin cure tê çi wateyê? Ev çi bêhurmetî ye? Em mirov in mirov!"

Akşener bertek nîşanî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag jî da û wiha got: "Yek ji wan derdikeve û dibêje 'Eger em di şeva 14'ê Gulanê de bi ser bikevin qaşo em ê bi şampanya pîroz bikin û ger ew bi ser bikevin wê bi paqijîya xwe li ser nimêjê herin secdeyê.' Wexta ku hûn ketin nava heramê hestê şermê ji holê radibe û bê edebî dertê holê.

Hûn dest davêjin heramîyan û heqê mirovan dixwun, ma gelo serê we paqij e ku hûnê bidin ser secdeyê, hûn tev dizin diz!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.