GÜNDEM

AMÛRÊN KOOPERATÎFÊN KREDÎYÊ WÊ LI BAQALAN JÎ BÊN FIROTIN

Midûrê Giştî yê Kooperatîfên Kredîyê yên Çandinîyê Huseyîn Aydin, daxuyand ku berhemên sazîyê wê li dikanan jî bên firotin.

AMÛRÊN KOOPERATÎFÊN KREDÎYÊ WÊ LI BAQALAN JÎ BÊN FIROTIN

Midûrê Giştî yê Kooperatîfên Kredîyê yên Çandinîyê Huseyîn Aydin, daxuyand ku berhemên sazîyê wê li dikanan jî bên firotin.

Serokkomar Erdogan destnîşan kiribû ku li hemberê 5 marketên zincîr ên mezin ew ê hezar market û bazarên din ên kooperatîfan li dijî bihabûnê wê bi erzanî xizmetê bikin û kampanyayan dest pê kiribû. Ji ber ku bihayên bazarên kooperatîfan ji bazarên zincîrî zêde cuda nebû, bû sedema bertekan. Midûrê Giştî yê Kooperatîfên Kredîyê yên Çandinîyê Aydin da zanîn ku ji bo zêdetir bigihêjin serfkaran wan projeyek nû bipêş xistîye û wiha got; “Dema ku baqalên taxê berhemên xwe bifiroşin, em ê berhemên xwe jî bidin kêleka wan. Berhemên xwarinê û amûrên paqijîyê wê li ser refên dikanan bin. Wê etîketa Kooperatîfê li ser hebe û biha wê li gorê bazarên kooperatîfan bin."  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.