NÛÇEYÊN KURDÎ

AMADEKARIYÊN MÎTÎNGA KESKÊ LI AMEDÊ "BÛTÇEYA GEL A LI ALÎYÊ KEDÊ"

KESK ji bo mîtînga 2'yê berfanbarê li Qada Îstasyonê bi daxwaza "Em butçeya gel a demokratîk ji bo kedê dixwazin" banga tevlêbûnê kir.

AMADEKARIYÊN MÎTÎNGA KESKÊ LI AMEDÊ

Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamû (KESK) derbarê mîtînga 2'ê berfanbarê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê bi daxwaza "Em budçeya gel a demokratîk ji bo kedê dixwazin" daxuyanî da.

 

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan di daxuyanîya li avahîya Şaxa Hejmara 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de axivî û dîyar kir ku mafê budçeya gel hatîye desteserkirin.

Kablan wiha berdewam kir, "Dema ku em li xala butçeyê dinêrin, dîyar dibe ku ev yek berdewamîya polîtîkaya li dijî kedê ye. Bûdçeya ku ji polîtîkayên şer tê terxankirin, ne ji bo perwerdehîyê û ne jî ji bo tenduristîyê re tê dayîn. Di heman demê de butçeya ji patronara tê dayîn jî em dibînin. Em bi butçeyeke ku tê de keda jin, ciwan û kedkaran tê desteserkirin re rû bi rû ne. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku piştgirîyê bidin vê mîtîngê û mafên xwe biparêzin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.