NÛÇEYÊN KURDÎ

AMED DI DU SALÊN DAWÎN DE BAJARÊ HERÎ BÊKÊF E

Di encama “Lêkolîna Memnûnîyetê ya Jîyanê” ya TUÎK’ê de Amed wek bajarê herî bêkêf derket.

AMED DI DU SALÊN DAWÎN DE BAJARÊ HERÎ BÊKÊF E

Di encama  “Lêkolîna Memnûnîyetê ya Jîyanê” ya TUÎK’ê de Amed wek bajarê herî bêkêf derket.

Lijneya Îstatîstîkî ya Tirkîyê (TUÎK) encama “Lêkolînê ya Memnûnîyetê ya Jîyanê” dîyar kir. Di encama lîsteya bêkêf a bajaran de rêjeya kesên bêkêf ên Amedê li nifûsa bajêr sedî 24.75 derket. Li gor daneyan hat dîyarkirin ku Amed bajara herî bêkêf a Tirkîyê ye. Bi rêjeya 24,2’yan Dêrsîm rêza duyem, Riha jî bi rêjeya 21.04’an di rêza sêyem de cih girt. Bajarê Ispartayê jî wek bajarê herî bi kêf di lîsteyê de cih girt. Piştê Ispartayê Bolû bajarê duyem ê herî bi kêf, Bîlecîk jî yê sêyem bû. Her wiha hat zanîn ku di “Lêkolînên Memnûnîyetê yên Jîyanê” ku du salên dawîn de hatine kirin Amed carek din wek bajarê herî bêkêf derketibû.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.