GÜNDEM

AMED ÎKK: DIXWAZIN MAL Û MILKÊN GEL PÊŞKÊŞÊ ALÎGIRAN BIKIN

Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Amedê (ÎKK) li dijî firotina mal û milkên gel yên ku ji teref şaredarîyan ve tê xwestin bên firotin, civîna medyayî li dar xist.

Di civîna ku li Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê hat lidarxistin de li ser navê saziyên beşdar, Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferît Kahraman daxuyanî xwend. Kahraman, kiryarên neyînî yên qeyûman rêz kir û li ser firotina mal û milkê gel yên li Amedê ku tê xwestin di bin navê veguherîna bajarî de bên firotin axivî.

Kahraman wiha got, "Mal û milkê xelkê, bi pêkanînên cuda hewl didin ku ji alîgiran re pêşkêş bikin. Zîhniyeta ku dixwaze li ser mal û milkê xelkê serwerîyê bikin, hema bêje bi taybetkirina zeviyên ku li bajêr xwedî statuya giştî ne, qadên rantê diafirîn e. Em wek Lijneya Kordînasyona bajarê Amedê îhalekirina bêhiqûqî ya van mal û milkê gel qebûl nakin.

Em li vir ji her kesî re radigihînin ku em ê îhaleyên bi vî rengî derqanûnî bişopînin û lêgerîna me ya mafên rewa jî wê berdewam be.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.