NÛÇEYÊN KURDÎ

AMED RADYO TV BERSIV DA BAHÇELÎ: HÛN BI VÊ ZIMANÊ JEHRÊ DIREŞÎN IN Û BELAV DIKIN!

Derhênerê Weşana Giştî yê Amed Radyo Tvyê Ferat Mehmetoglu, bersivek tund da gotinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku dibêje "Devereke bi navê Amedê tune ye.”

Bahçelî, li Meclîsê di axaftina xwe ya di civîna koma partîya xwe de, derbarê êrîşên nîjadperest ên li Bûrsayê yên li hemberê Amedsporê hatibûn kirin wiha got, “Li gor me devereke bi navê Amedê tune ye. Wê behsa navê klûbeke bi navê Amedspor neyê kirin. Navê Amedspor li ber çavên me pûç û vala ye. Ez ji vir silavan li alîgirên Bursasporê dikim û ji ber helwesta wan a neteweyî wan pîroz dikim.”

Ferat Mehmetoglû, li ser hesabê fermî yê Amed Radyo Tvyê wiha bersiv da Bahçelî, “Bizane ku cihekî bi navê Amed hebû, heye û wê her daîm jî hebe. Hûn ê fêrî rêzgirtina tercîhên kes û sazîyan bibin! Em ê hînê we bikin! Yê ku dubendîyê û cûdaxwaztîyê dike hûn in! Hûn bi vê zimanê jehrê direşîn in û belav dikin!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.