NÛÇEYÊN KURDÎ

AMED RADYO TV DÎSA RASTÊ ÊRÎŞÊ HAT! EV 3 SAL E BÛ 5 CAR TÊ ŞÊLANDIN

Amed Radyo Tv ya ku bi weşanên xwe yên rast û ragezî di dilê gel de cîh girtî ye, rastê êrîşeke şêlandinê ya din jî hat.

AMED RADYO TV DÎSA RASTÊ ÊRÎŞÊ HAT! EV 3 SAL E BÛ 5 CAR TÊ ŞÊLANDIN

Amed Radyo Tv ya ku bi weşanên xwe yên rast û ragezî di dilê gel de cîh girtî ye, rastê êrîşeke şêlandinê ya din jî hat. Li dijî îstasyona belavkirina weşanê ya ku li Talaytepeyê ye di nava 3 salan de ev bû cara 5emîn ku rastê êrîşa şêlandin û dizîyê tê.

Dîwarê îstasyonê yê belavkirina weşanê hilweşandin û motor û unîteya klîmayê dizîn. Digel dizî û şêlandina hin malzemeyên teknîkê yên weşanê, gelek ekîpmanên teknîkê jî hatin texrîp kirin.

Derhênerê weşana me ya giştî Ferat Mehmetoglû, derbarê mijarê de wiha got, “Tîmên Ewlehîyê û ekîbên vekolînkirina cîhê bûyerê hatin û tespîtên hewce kirin. Li gor hesabê me, zêdetirê 110 hezar lîreyê xisar û zîyana me ya maddî çêbû ye. Derîyê Radyoya Dogan 21ê jî hatîye şikestin û jiberdexistine û malzemeyên wê dizîn e. Em li vê bajarê wek radyo û televîzyon weşanê dikin. Ger walîtîyê me neparêze em çi bêjin.”

Mehmetoglû bertek nîşanê vê rewşê da û wiha got, “Ev ne pirsgirêka min a ferdî ye, pirsgirêkek bajêr e. Parastin û ewlehîya vê deverê jî di bin berpirsyarî ya walîtî û hêzên ewlehîyê de ye. Me hêjî xisar û zîyana dizî û şêlnadina cara din dabîn nekirîye! Ev car, ji bo vê ya em neçar in! BES E ÊDÎ!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.