NÛÇEYÊN KURDÎ

AMED RADYO TV, LI BER WALÎTÎYÊ DAXUYANÎ DA Û BERTEK NÎŞANÊ BÛYERA DIZÎYÊ DA

Rêvebirê Amed Radyo Tv Ferat Mehmetoglû, li ber Walîtîya Amedê bertek nîşanî dizîyê da û derbarê bûyera dizîya li dijî Amed Radyo TV'yê hatîye kirin daxuyanî da.

AMED RADYO TV, LI BER WALÎTÎYÊ DAXUYANÎ DA Û BERTEK NÎŞANÊ BÛYERA DIZÎYÊ DA

Rêvebirê Amed Radyo Tv Ferat Mehmetoglû, li ber Walîtîya Amedê bertek nîşanî dizîyê da û derbarê bûyera dizîya li dijî Amed Radyo TV'yê hatîye kirin daxuyanî da.

Mehmetoglû bi bîr xist ku Walîtîya Amedê ragihand ku ew ê di 10ê Çile Roja Rojnamevanên Xebatkar de li Talaytepe xebatên birêkûpêkirinê bimeşînin û wiha got: "Ji Çileyê vir ve tu xebat dest pê nekirîye. Tenê qonaxa yekem a çêkirina rê hat kirin, lê ya mayî pêk nehat.

Mixabin di van demên dawîn de bi qasê 15-20 rojan, kabloyên hinek sazîyên Radyo û televîzyonan tên dizîn.

Ji ber ku 2 kabloyên di navbera birca Amed Radyo û kabîna wê de hatine qut kirin û dizîn, mixabin do bi şev hem weşana radyo û hem jî weşana televîzyona me qut bûne. Divê berpirsyar û rayedarên mulkî yên bajêr li Talaytepe xebatên reformê bidin dest pê kirin.

Me îro li ber Walîtîya Amedê daxuyanîyeke çapemenîyê da û dîyar kir ku em ê vê bûyerê protesto bikin.

Em ji walîtîyê bi yekîneyên pêwendîdar re axivîn. Wê randevû bê çêkirin û hevdîtin bê kirin. Bi hêvîya ku tavilê bi vê randevûyê em ê li bajarê xwe behsa pirsgirêkên radyo û televîzyonê bikin. Û ez hêvî dikim ku ew soza xwe wek ku soz dane bi cih bînin. Em ê ji vê êş û mexdûrîyetê rizgar biba."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.