NÛÇEYÊN KURDÎ

AMEDSPOR DI ŞAXA BOKSÊ DE JÎ DEST BI FALÎYETÊ KIR

Amedsporê ragihand ku wan şaxeke Boksê vekirine û şaxeke nû li şaxên xwe yên werzîşê zêde kirine.

AMEDSPOR DI ŞAXA BOKSÊ DE JÎ DEST BI FALÎYETÊ KIR

Amedsporê ragihand ku wan şaxeke Boksê vekirine û şaxeke nû li şaxên xwe yên werzîşê zêde kirine.

Di nivîsa ku li ser hesabê fermî yê medyaya civakî ya Amedsporê hatiye kirin de wiha hat gotin, “Amedspora me şaxên xwe yên werzîşê zêde kir û şaxa xwe ya boksê jî vekir.

Şaxa me ya boksê bi pêşengiya Alî Turkayê ku di galaya boksê ya di navbera Îran, Azerbeycan û Tirkiyeyê de di 10ê tebaxê de li Wanê hat lidarxistin bû şampiyon, bi awayekî fermî hat dest bi falîyetê kir.

Alî Turkay spasiyên xwe pêşkêşê Serokê Klûba me Azîz Elaldî û Lijneya Rêvebiriya me kir û diyar kir ku ew bi perwerdekirina namzedên jêhatî yên boksorê yên li herêmê armanc dikin ku di tûrnûvayan de bibin şampiyon.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.