NÛÇEYÊN KURDÎ

AMEDSPOR LI HEMBERÊ BATMAN PETROLSPORÊ 2-0 BI SER KET

Di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federeasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor li qada xwe bi Batman Petrolsporê re lîst. Amedsporê di hefteya 8'an a lîgê de li hemberî Batman Petrsolsporê 2-0 bi ser ket.

AMEDSPOR LI HEMBERÊ BATMAN PETROLSPORÊ 2-0 BI SER KET

Lîstik li Stadyûma Diyarbakirê hat lîstin. Ji ber ku Federeasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê du maç cezayê lîstina bêalîgiran li Amedsporê biribû, Amedspor di vê maçê de bêalîgirên xwe lîst. Amedspor, di deqeya 11'an de bi gola Kerem Çagatay 1-0 ket pêşiya Batman Petrolsporê. Gola duduyan jî di deqeyên dawî yên dewra ewil de ji aliyê Mansûr Çalar ve hat avêtin û Amedspor 2-0 ket pêşiyê.

Di dewra duduyan de her du tîman jî gol neavêtin û maç 2-0 bi dawî bû.

Amedsporê bi vê serketinê pûanê xwe kir 13.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.