NÛÇEYÊN KURDÎ

AMEDSPOR WÊ MAZÛWANÎYA ALÎGIRÊN KARAMAN FK’YÊ BIKE

Amedspor bersiva erênî da daxwaza Karamansporê ya ku bi komek alîgirên xwe re bên Amedê

AMEDSPOR WÊ MAZÛWANÎYA ALÎGIRÊN KARAMAN FK’YÊ BIKE

 Maça Amedspor-Karaman FK ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de yek ji maçên herî girîng ên vê hefteyê ye, 2yê Adarê roja şemîyê li Stada Diyarbekirê wê bê lîstin.

 

Serokê Klûba Karaman FK Suleyman Han li Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldî gerîya û dîyar kir ku ji bo ku maç di atmosfereke biratîyê de derbas bibe dixwazin bi komeke ji 50 alîgirên Karamanê re bên Amedê.

 

Serokê Amedsporê Elaldî bersiveke erênî da Serokê Karaman FK Han ku bi alîgiran re were.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.