NÛÇEYÊN KURDÎ

ATÎK PIŞTGIRÎYÊ DA SEROKÊ GIŞTÎ YÊ CHP’Ê OZGUR OZEL

Serokê CHPê yê Bajarê Amedê Abdullah Atîk derbarê lînckirina Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ji ber ku destê hunermenda Kurd Pervîn Çakar girt û maç kir de bertek nîşan da û got, "Tenê sedem ew e ku hunermenda me ya jin Kurd e."

Herî dawî Serokê Giştî yê CHPê Ozel beşdarê konsera "Şeveke Opera" ya Pervîn Çakar bû û destê wê maç kir. Ji ber vê yekê bû sedema bertekên raya giştî.

Di derbarê mijarê de Serokê CHPê yê Amedê Atik daxuyanî da û wiha got, “Serokê me helwestek pir bi edeb û mînak nîşan da. Pervîn xanim jineke gelek hêja û hunermenda Kurd e.”

Atik, dîyar kir ku di çapemenî û raya giştî de li dijî Ozel komployek bi zanebûn û rêxistinkirî pêk hatîye û wiha bi lêv kir, "Divê ez bi zelalî bibêjim ku sedema rastî ya hewldana lîncê ya ku bi rêya Hunermend Pervîn Çakar li dijî Serokê me hat kirin, sedema wî hunermend jinek Kurd e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.