NÛÇEYÊN KURDÎ

AXAVTINA EWIL A PROPAGANDAYA HILBIJARTINÊ WÊ ÎRO BÊ WEŞANDIN

Axaftina propagandaya namzedên serokomarîyê ya ewil a di TRTê de, îro tê weşandin. Axaftina duyemîn a propagandayê wê di 13'ê Gulanê de bê kirin.

Li gor rêza xêzkirina Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK), Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di rêza axaftina propagandayê ya di TRTyê de, di rêza yekem de ye û li pey Kiliçdaroglû namzedê Serokkomarîyê yê Tifaqa Atayê Sînan Ogan e û li pey wî jî Serokê Giştî yê Partîya Memleket Mûharrem Înce ye, di pey wî re jî Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan li pey hev wê axaftina propagandayê bikin. Di axaftinên 10 deqeyan de wê li ser navê partîyên sîyasî axaftin demjimêr di 15.36an de dest pê bikin. Navnîşana namzedên serokomarîyê wê ji demjimêr 21.00an û pê de bên weşandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.