GÜNDEM

AYM DI DERBARÊ CEZAYÊ 'KURDISTAN' Ê BAYDEMÎR DE BIRYARA 'BÊERKDARÎ'YÊ DA

Şaredarê berê yê Bajarê Amedê û Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, ji ber gotinên wî yên "Ewladê gelê Kurd, wekîl û nûnerekî ji Kurdistanê” Cezayê dîsîplînê lê hatibû birîn, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara 'bêerkdarî'yê da.

Baydemîr di dema muzakereyên butçeya sala 2018'an de li Meclîsê gotibû, "Weke kurê gelê Kurd, weke nûnerê Kurdistanê erkeke min a bi vî rengî heye..." û ji ber vê gotinê cezayê dîsîplînê lê hatibû birîn.

Osman Baydemîr bi hinceta "Gotinên di dema xebatên qanûndanînê de ceza kirin, azadiya ramanê binpê dike" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Dadgeha Bilind di lêkolîna dosyayê de bi hinceta "Cezaya dîsîplînê ne yek ji biryarên meclîsê yên ku destûrê dide çavdêriya edlî ya Destûra Bingehîn e" biryara 'bê erkdarîyê' da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.