NÛÇEYÊN KURDÎ

AYM: WÊ JIN ÊDÎ BIKARIBIN PAŞNAVÊ XWE YÊ YEKEM BIKARBÎNIN

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) rêziknameya "Jin dikarin paşnavê xwe yê berê jî li ber paşnavê hevserê xwe bikar bînin" li dijî wekhevîyê dît.

AYM: WÊ JIN ÊDÎ BIKARIBIN PAŞNAVÊ XWE YÊ YEKEM BIKARBÎNIN

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) rêziknameya "Jin dikarin paşnavê xwe yê berê jî li ber paşnavê hevserê xwe bikar bînin" li dijî wekhevîyê dît.

8. Dadgeha Malbatê ya Stenbolê derbarê rêziknameya ku dibêje “Jinek piştê zewacê paşnavê hevserê xwe digire; lê ew dikare paşnavê xwe yê berê li pêş paşnavê hevserê xwe jî bi serîlêdana nivîskî ji memûrê zewacê re an paşê jî ji bo daîreya sîvîl bikar bîne. Jina ku berê du paşnav bikar anîne tenê ji bo paşnavekî dikare ji vê mafê sûd werbigire.” Ji bo betalkirina rêziknameyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Di hinceta serlêdanê de hat destnîşankirin ku "Mêr dikare di tevahîya jîyana xwe de paşnavê ku jidayikbûnê ve wergirtîye bikar bîne, lê li dijî prensîba wekhevîyê ku heman maf ji jinan re nayê dayîn."

Dadgeha Destûra Bingehîn rêziknameya "Jin dikarin paşnavê xwe yê berê jî li ber paşnavê hevserê xwe bikar bînin" betal kir û ev rêziknameya newekhev nirxand. Bi rêziknameya nû jin bêyî ku serî li dozgerîyê bidin wê tenê paşnavê xwe yê yekta bikar bînin.

Dadgeha Destûra Bingehîn dîyar kir ku her çend zilam di jîyana xwe de paşnavê xwe bikar bîne, ev maf ji jinan bê standin li dijî prensîba wekhevîyê ye. AYMê ji bo rêzikname bê çêkirin 9 meh muhlet da Meclîsê

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.