NÛÇEYÊN KURDÎ

BÊ DAYÎKA ŞENYAŞAR WÊ ÇAWA HELALÎ BÊ XWESTIN?

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku li ber Edlîyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 570’yan de didome.

BÊ DAYÎKA ŞENYAŞAR WÊ ÇAWA HELALÎ BÊ XWESTIN?

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku li ber Edlîyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 570’yan de didome.

Ferît Şenyaşar di çalakîyê de daxwaza edaletê dubare kir û wiha got: “Serokkomar Recep Tayîp Erdogan duh bişev di bernameyekî televîzyonê de got ku: ‘Ez her tim heke pêwîst be ji bo helalî xwestinê amade me.’ Dayika min çendîn caran bang li rayedaran kir û daxwaza edaletê ji wan kir. Rayedar niha behsa helalî xwestinê dikin. Bê dayîka Şenyaşar wê helalî çawa be? Daxwaza dayîkê daxwaza bi milyonan kesan e. Dayîk daxwaza edaletê dike. Li pêşîya me hilbijartin heye. Heke edalet pêk neyê wê di hemû qadên mîtîngan de daxwaza dayîkê wê bê gotin. Dayîk nexweş e, divê bê dermankirin. Yên ku dibêjin em mirov in divê deng bide vê daxwazê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.