NÛÇEYÊN KURDÎ

BÛKET KARADAG DI KADROYA AMEDSPORÊ DE YE

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji bo xurtkirina tîma xwe Bûket Karadağ tevlê tîma xwe kir.

BÛKET KARADAG DI KADROYA AMEDSPORÊ DE YE

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji bo xurtkirina tîma xwe Bûket Karadağ tevlê tîma xwe kir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya ku wê di Lîga Super a Jinan de têbikoşe, di çarçoveya sezona nû de bi lîstokvan Bûket Karadağ re bi îmzakirina peymanê, xurtkirina tîma xwe didomîne.

Amedsporê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî û wiha parve kir, "Bûket Karadağ li Amedsporê ye! Tîma me ya Futbolê ya Jinan a Amedsporê di çarçoveya tîmeya sezona nû de bi Buket Karadağ re peyman îmze kir. Merasima îmzeyê ya ku li avahîya klûba me hat lidarxistin, cîgirê me jî amade bûn. Serok Alî Riza Yildirim, yek ji endamên Lijneya me Mehmet Veysî Koyun û Sozdar Ayata tevlê bûn.

Em ji werzişvanên xwe û civaka xwe re serkeftinê dixwazin û ji Bûket Karadag jî dixwazin ku bi forma me ya birûmet gelek serkeftinan bi dest bixe."

Li alîyê din Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di maça hefteya ewil a ku di 27ê tebaxê da bê lîstin de, wê li Amedê mazûvanîya hezar û 207 alîgirên Antalyasporê bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.