NÛÇEYÊN KURDÎ

BÛLDAN: XELKÊ ME BÊHTIR DIZANE NAMZEDÊ HERÎ DEMOKRAT KÎ YE

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Stenbolê bi civîneke çapemeniyê "Belgeya Helwesta Tespîtkirin û Çareseriyê ya Erdhejê" eşkere kir.

Buldan pirsên rojnamevanan jî bersivand û da zanîn ku HDP namzedê serokomariyê destnîşan nake û wê bi Partiya Çep a Kesk re bikeve hilbijartinê.

Li ser pirsa ku divê “Namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu wê di hilbijartinan de were piştgirî kirin an na?” Buldan di bersiva pirsê de wiha got: “Belê, me navek eşkere nekir, lê em alîgirê guhertin, veguhertineke li Tirkiyê ne. Em dixwazin demokrasî bi ser bikeve. Di vê wateyê de em ê di nava namzetên serokomariyê de navê herî guncaw piştgirî bikin û di rojên pêş de em ê li ser bingeha navan biryara xwe ragihînin. Niha kîjan namzetê herî demokratîk e, ez difikirim ku gelê me wî nas dike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.