NÛÇEYÊN KURDÎ

BABACAN: EGER LI TIRKÎYEYÊ HEMWELATÎBÛNA WEKHEV HEBÛYA ÎRADEYA HILBIJÊRAN NEDIHAT DESTESERKIRIN

Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan, beşdarê bernameya fitarê û civîna gel a ku ji alîyê Serokatîya Navenda Amedê ya partîya xwe ve hat lidarxistin bû.

BABACAN: EGER LI TIRKÎYEYÊ HEMWELATÎBÛNA WEKHEV HEBÛYA ÎRADEYA HILBIJÊRAN NEDIHAT DESTESERKIRIN

Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan, beşdarê bernameya fitarê û civîna gel a ku ji alîyê Serokatîya Navenda Amedê ya partîya xwe ve hat lidarxistin bû. Babacan di axaftina xwe ya li Amedê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a şaredarîyên HDP'ê da û got, "Eger li Tirkîyeyê hemwelatîbûna wekhev hebûya, îradeya hilbijêran nedihat desteserkirin." Babacan li Qada Derêçîyê xîtabê gel kir û destnîşan kir ku li ser maf, hiqûq û azadîyan bazar nayên kirin. Babacan, her wiha bal kişand ser Tahîr Elçî yê di sala 2015'an de di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin û Parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tugluk a nexweşîya wê giran bû. Babacan, anî ziman ku li welêt di warê maf û azadiyan de pirsgirêkên cidî hene û got, "Em ê pirsgirêkan bi siyaseta rewa û demokratîk çareser bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.