GÜNDEM

BALAFIRA AMEDÊ JI BER XETEREYA KETINÊ LI ELEZÎZÊ PEYA BÛ

Balafira ku sefera Enqere-Amed dikir, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê û xetereya ketinê, bi zorê dakete Elezîzê.

BALAFIRA AMEDÊ JI BER XETEREYA KETINÊ LI ELEZÎZÊ PEYA BÛ

Balafira ku sefera Enqere-Amed dikir, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê û xetereya ketinê, bi zorê dakete Elezîzê.

Li gor nûçeya Amîda Haberê, balafira Anadolu Jet ya Enqere-Amed piştê saetek û 15 xulek deregmayînê duh derdora saet 22:00’an ji Balafirgeha Esenboga ya Enqerê ber bi Amedê ve bi hewa bû. Balafira ku ji ber şert û mercên hewayê tevê ku 3 car li ser Amedê gerîya jî nikaribû li Amed dakeve û ji ber kêmbûna neftê berê xwe da Elezîzê.

Balafira ku di bin xeteraya ketinê de bû, bi awayekî awarte çû Balafirgeha Elezîzê û rêwîyan peya kir. Rêwîyan bi otobusan hanîn Amedê. Rêwîyên Anadolu Jet a ku ji ber şert û mercên hewayê li Balafirgeha Elezîzê daketibûn, bertek nîşanê vê rewşê dan. Ji alîyê din ve balafira rêwîyan a Rêhewayên Tirkîyeyê ku ji Stenbolê diçû Wanê duh derdora saet 17:00’an de li şûna Balafirgeha Wanê Ferît Melen ji ber turbulansê bi awayekî awarte li Balafirgeha Amedê daket. Rêwîyên ku bertek nîşanê Rêhewayên Tirkîyeyê dan bi otobusan şandin Wanê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.